Şerife Çetin
22 Mijdar 2024•Rojanekirin: 24 Mijdar 2024
Neteweyên Yekbûyî (NY) der barê biryara girtinê ya Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (DCN) ya der barê girtina Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu û Wezîrê Parastinê yê berê Yoav Gallant da daye da daxuyaniya "Sekreterê giştî yê NYyê hember peywir û serxebûna DCNyê rêz digire."
Staphane Dujarrîcê Berdevkê NYyê di civîna çapemeniyê ya rojane da pirsên rojnamevanan bersivand.
Dujarrîc qal kir ku mijarê dişopînin û got ku "Sekreterê Giştî yê NYyê hember peywir û serxwebûna DCNyê rêz digire."
Dujarrîc li ser pirseke der barê Netanyahu heke di îlona 2025an da beşdarî Lijneya Giştî ya NYyê bibe îhtimal heye ku bê girtin an na got ku "Ewlehiya me ya vir bi parastina me ê vê avahiyê berpirsyar e. Girtina hin kesan nîne."
Dujarrîc li ser pirsa biryara girtinê ya DCNyê ya der heqê kesekî da dê bandoreke çawa li ser beşdariya civînên NYyê bike da zanîn ku ev yek bi welatê ku çalakiyên NYyê lê tên lidarxistin ra eleqedar e.
Dujarrîc der barê hevdîtina Sekreterê Giştî yê NYyê Antonî guterres jî di nav da rayedarên NYyê ya bi kesên ku DCNyê der heqê wan da biryara girtinê derxistiye da da zanîn ku rêbazên der barê vê da bi belgeyeke ku di sala 2013an da hat weşandin hatin diyarkirin.
Dujarrîc got ku li gor vê divê di navbera rayedarên NYyê ê kesên der heqê wan da biryara girtinê heye da peywendî tunebe û diyar kir ku ji hêla din va bi taybetî kesên payebilind ji bo çareserkirina pirsgirêkên bingehîn ê bicîanîna peywiran dikarin bi kesên navborî ra têkiliyeke sînordarkirî deynin.
Dujarrîc got ku têkiliyên bi vî awayî jî bi nivskî radigîhinin DCNyê.
- "Bicîanîna berpirsyariya girîng e"
Dujarrîc li ser pirsa nûçegihanê AAyê ya der barê "Sekreterê Giştî gelo dê ji bo tetbîqkirina daxwaza DCMyê bangewaziyek bike yan na? Di nav sûcdarkirinên ku DCN îsnadî Netanyahu û Gallant dike da sûcên dijî mirovahiyê û sûcên şer jî hene. Gelo piştî vê astê dê awayê terîfkirina NYyê ya li rewşa li Xezeyê biguhere yan na?" diyar kir ku welatên endam peyman û şertên cuda îmze kirine.
Dujarrîc nirxandina "Heke hûn endamê rêxistinekî bin yan jî aliyê peymanekî bin li gor wê girîng e ku hûn berpirsyariyên xwe bi cî bînin."
Dujarrîc behs kir ku gotinên ku NY ji bo terîfkirina rewşa li Xezeyê bi kar tîne gelekî eşkere bi îstiqrar in û da zanîn ku Sekreterê Giştî yê NYyê jî di nav da gelek rayedarên payebilind bal kişandin ser îxlalên hiqûqa navneteweyî yên li Xezeyê.