Dinya

NYyê bertek nîşanî êrîşên "berfireh" ên ku Îsraîlê li Şerîaya Rojava ya dagirkirî daye destpêkirin da

Muhammet İkbal Arslan  | 29.08.2024 - Rojanekırın : 30.08.2024
NYyê bertek nîşanî êrîşên "berfireh" ên ku Îsraîlê li Şerîaya Rojava ya dagirkirî daye destpêkirin da

Geneve

 Ravîna Shamdasaniyê Berdevkê Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) bertek nîşanî êrîşên "berfireh" yên artêşa Îsraîlê yên ku li Şerîaya Rojava da destpêkirin, da û ragihand xetere heye ku êrîş rewşa ku li axa Filistînê di asta bobelata da ye bêtir xira bike.

Shamdasanî der barê êrîşên ku artêşa Îsraîlê li Şerîaya Rojava da destpêkirin da daxuyaniyeke nivîskî da.

Shamdasanî diyar kir xetere heye ku êrîş rewşa ku li axa Filistînê di asta bobelata da ye bêtir xira bike û got ku "Îsraîlê îro di êrîşên li Cenîn, Tubas û Tulkerîmê da 2 jê zarok herî kêm 9 Filistînî kuştin. Ji 7ê cotmeha 2023yan vir va jimara kuştiyên li Şerîaya Rojava derket 637an."

- "Bi hezaran Filistînî bi kêfî hatin binçavkirin û rastî êşkenceyê hatin"

Shamdasanî da zanîn ku di êrîşan da gelek zarok bi îdiaya ku kevir avêtine eskerên Îsraîlê hatin kuştin û ragihand ku Filistîniyên din ên ku ji wan tu tehdîd dernediket jî hatin kuştin.

Shamdasanî zêdebûna kuştinên bi vî awayî bikaranîna hêza tund û hedefgirtinê dibe sedema fikaran û got ku "Bi hezarna Filistînî kêfî hatin binçavkirin, rastî êşkenceyê hatin. Ew rastî şîdeta bêrehm a niştecihan hatin û bi sînordarkirinên mezin ên dijî azadiya hereket û gotinê hatin. Mal û xaniyên Filistîniyan hatin tehrîbkirin yan jî dest danîn ser wan û ew bi zorî ji cihên wan hatin kirin."

Shamdasanî destnîşan kir ku Îsraîl wek "hêza dagirker" divê berpirsyariyên xwe yên di çarçoveya hiqûqa navneteweyî da bi cî bîne û diyar kir ku êrîşên Îsrîalê normên mafên mirovan û standartan îxlal dike.

Berdevk Shamdasanî nirxandina "Kuştinên derehiqûqî yên tên îdiakirin divê bi berfirehî û serbixwe bên lêkolînkirin û berpirsyar hesabê bidin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın