Ahmet Aydın
17 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 18 Rêbendan 2020
Neteweyên Yekbûyî (NY) destnîşan kir ku binçavbûna xebatkarên Ajansa Anadoluyê (AA) li Misrê cihê fikarê ye û bangawaziya serbestbedana wan kir.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYê Stephane Dujarric, di birifînga xwe ya rojane de bersiv da pirsa nûçegihanê AAyêya derbarê binçavbûna 4 xebatkarên Ofîsa AAyê ya li Qahîreyê ji aliyê polîsên Misrê ve.
Dujarric anîziman ku haya wan ji girtina ser ofîsa AAyê û binçavkirina 4 xebatkaran heye û wija got, "Em ji rewş û ji cihê binçavkirina xebatkarên AAyê bi fikar in. Azadiya derbirînê, di çalakbûna sîstema siyasî ya demokrasiyê de xwedî roleke giring e. Misir weke endamekê mafên mirovan a navneteweyî xwedî wê berpirsiyariye ku li gorî 19emîn madeya Danezana Mafê Mirovan a Kurewî tevbigere. Pêdivê azadiya veguhastina agahiyê ya çapemeniyê biparêze.Em dixwazin xebatkarên AAyê serbest bên berdan."