Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, biryara pêşnumaya der barê binpêkirina mafên mirovan ya li Sûriyeyê bi 127 dengan qebûl kir.
Lijneya Giştî ya NYê deng da pêşnumaya der barê binpêkirirna mafên mirovan. Di biryarên Lijneya Giştî de, binpêkirinên li Sûriyeyê tên kirin hatin şermezarkirin û hat diyarkirin ku ji ber binpêkirinên li Îran û Koreya Bakur bifikar in.
Di pêşnumaya biryarê ya der barê Sûriyeyê de, tê diyarkirin ku bi destê rejîmê "bi awayekî rêkûpêk û gelekî zêde" mafên mirovan tên binpêkirin. Kîjan alî dibe bila bibe hemû cureyê şidetê nay qebûlkirin. NYê bang kir ku dawiyê li çalakiyên terorî, şerên mezhebî û her cureyê şidetê bînin.
Di biryarê de êrîşa çekên kîmyewî ya di 21ê tebaxê de li Gûtayê hat kirin jî cih girt û bal kişandin ser êrîşê û diyar kirin ku êrîş bi zanebûn, bi destê hêzên rejîmê hatiye kirin.
Di dengdayina pêşnumaya Sûriyeyê de 127 welatan biryar qebûl kir, 13 welatan li hemberî biryarê dengê xwe bi kar anîn û 47 welatan jî dengê xwe bi kar neanî û bê alî man.
-Ji ber binpêkirinên li Îran û Koreya Bakur tên kirin bifikar in
Lijneya Giştî ya NYê, du pêşnumayên biryarê din yên der barê rewşa Koreya Bakur û Îranê de got ku bifikar in ku mafên mirovan tên binpêkirin.
Bi taybetî pêşnumaya biryarê ya ku cezayê dardekirinê ya Îranê rexne dikir bi 86 dengan hat qebûlkirin, 36 deng jî li dijî biryarê hatin bikaranîn. Di dengdayinê de 61 welat jî bê alî man.
Ev pêşnumaya biryarê, meha borî ji aliyê komîteya berpirsiyarê mafên mirovan a Lijneya Giştî ya NYê ve hatibû erêkirin û pişt re şandibûn Lijneya Giştî.