Li Sûriyeyê malbatên penaber ji ber sermayê xwe dispêrin cihên dîrokî, qeft û şikeftan.
Malbatên li navçeya Maaret en-Nûmana bajarê Îdlîbê piştî ku malên wan ji hêla hêzên rejima Esed ve hatin bombekirin bê mal man. Malbatan koçî herêmên din kirin û niha ji ber sermayê û zivîstanê li ber xwe didin.
Saîd el Hatib ji nûçagihanê AAyê re daxuyand ku ew li Kampa Penaberan a Şînşirasê nikarin li ber sermayê li ber xwe bidin û wiha axivî: "Alîkarî êdî nayên kirin. Saziyên xêrê êdî tiştên tibê, xwarin û şewatê nadin. Piştî ku zivistanê dest pê kir em bi taybetî ji hêla şewatê ve tengasiyê dikşînin."
Ummî Mihemed jî daxuyand ku wan xwe spartin bermayiyeke dîrokî û wiha axivî: "Mêrê min di êrîşeke ji hewayê hat kirin de mir: Ez bi 8 zarokên xwe ve hewl didim ku em bijîn. Rewşa me ne baş e. Ji ber sermayê zarokên min nexweş dikevin."