Muhammet Kurşun
02 Hezîran 2017•Rojanekirin: 02 Hezîran 2017
NY
Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYê Stephane Dujarric, diyar kir ku biryara rêveberiya Donald Trump a der barê vekişîna Peymana Parîsê de ji bo hewlên kêmkirina emîsyona xaza serayê û zêdekirina ewlehiya kureyî hêvîşkestinek mezin e.
Dujarric, cewaba pirsên rojnamevanan da û li ser biryara Trump got: "Sekreterê Giştî Antonio Guterres, piştrast e ku dê Emrîka ji bo kêmkirina belavbûna karbonê û bihêzbûna aboriya wîlayet û eyalet din jî pêşengiya xwe bidomîne."
Dujarric bal kişand ser wê yekê ku gelekî giring e Emrîka pêşengiya hewlên tunekirina pirsgirêkên hawirdorê bike.