Muhammet Kurşun
01 Hezîran 2017•Rojanekirin: 02 Hezîran 2017
WASHINGTON
Serokê Emrîkayê Donald Trump ragihand ku welatê wî biryar daye ji Peymana Îqlîmê ya Parîsê vekişe.
Serokê Emrîkayê Trump got: "Emê ji bo peymaneke ku şert û mercên adil pêşkêşî mukellefên bacê, xebatkar û şirketên Emrîkayê bikin muzakereyan bidin destpêkirin."
Trump der barê peymanê de wiha nirxandin kir: "Peymana Parîsê ne peymaneke ji bo mucadeleya li dijî guherîna îqlîmê ye, peymaneke wisa ye ku welatên din li hemberî Emrîkayê avantaja aborî bi dest dixin."