Ekip
05 Îlon 2017•Rojanekirin: 06 Îlon 2017
CENEVRE
NYê ragihand ku banga Tirkiyê ji bo Bangladeşê "ji Misilmanên Arakanê re sînorên xwe veke, emê mesrefên we bidin" gaveke erênî û wêrek e û got divê welatên din jî gavên wiha biavêjin.
Berdevka Komîseriya Bala ya Penaberan ser bi NYê Duniya Aslam Khan û Berdevkê Fona Alîkariyê ya Zarokan a NYê (UNICEF) Christophe Boulierac der barê Misilmanên Arakanê yên ji Myanmarê reviyan de daxuyanî dan peyamnêrê AAyê.
Khanê ji bo banga Tirkiyê ji bo Bangladeşê "ji Misilmanên Arakanê re sînorên xwe veke, emê mesrefên we bidin" gaveke erênî û wêrek e û got divê welatên din jî gavên wiha biavêjin.
Khan wiha axivî:
"Rêwîtiya ber bi sînorê Bangldeşê ve a misilmanên ji Arakanê direvin tî û birçî 3 rojan dikşîne. Ji sedî 80yî kesên di 11 rojên dawîn de ji ber êrîşan revîn û derbasî Bangladeşê bûn jin û zarok in, ev jî ji 100 hezar kesî zêdetir e."
Berdevkê Fona Alîkariyê ya Zarokan a NYê (UNICEF) Christophe Boulierac got:
"NYyê ji ber sedema ewlekariyê hemû xebatkarên xwe yên li bakurê Arakanê paşve kişand û xebatên xwe yên li herêmê da sekinandin. Ji ber vê em nikarin xwe bigihînin zarokên ku hewcedariya wan bi alîkariyê heye."