Haydar Şahin
05 Îlon 2017•Rojanekirin: 06 Îlon 2017
PARÎS
Wezareta Karên Derva ya Fransayê diyar kir ku ji bo çareserkirina qeyrana ku ji ber ambargoya danîne ser Qeterê derkete holê nûnerekî dîplomatîk tayîn kir.
Agnes Romatet-Espagneya Berdevka Wezareta Karên Derva ya Fransayê di civîna çapemeniyê ya heftane da got ji bo li ser mijara navçîtiyê ya ji bo çareserkirina qeyrana di navbera Qeterê û welatên cînar da xebatan bidomîne Balyozê Riyadê yê berê Bertrand Besancenot wezîfedar kir.
Romatet-Espagneyê destnîşan kir ku balyozê di demeke kin da here herêmê û ji bo kêmkirina ragêşiyê temasan dayen.
Erebistana Siûdî, Behreyn, Mîrektiyên Yekbûyî yên Erebî û Misrê di serê hezîranê da bi hinceta piştgirdayîna Îranê û hin komên tundrew va têkiliyên xwe yên bi Qeterê ra birîbûn û ambargo danîbûn ser welêt.
Di van demên dawîn da Fransayê di qada pîşesaziya parastinê da gelek tişt firotibûn Qeterê.