WASHINGTON
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Barack Obama û Alîkarê Serok Joe Bîden ji bo stratejî û têkoşîna ku dê li dijî rêxistina Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) bê sepandin, li Qesra Spî bi pêşengên Kongreyê re civîn kir.
Li gor daxuyaniya ku ji Qesra Spî hat dayîn di civîna ku gelekî bi kêr derbas bû de pêşengên Kongreyê piştgirî dan hemû hewl û xebatên ji bo têkbirin û jiholêrakirina DÎŞIyê.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Obama ji pêşengên kongreyê re got: "Ji bo tevgereka ku li dijî DÎŞIyê bê kirin ez xwediyê hemû rayeyan im."