30 Îlon 2016•Rojanekirin: 30 Îlon 2016
WASHINGTON
Di daxuyaniya Qesra Sipî da hat diyarkirin ku Serokê DYAyê Barack Obama û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê bi têlefonê li ser bûyerên ku van rojên dawîn li Sûriyeyê diqewimin û rewşa li Ukraynayê axivîn.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku Obama û Merkelê gotin, "Êrîşên Rûsya û rejima Sûriyeyê yên li ser Heleba ku lê bi hezaran sivîl dijîn şermezar dikin."
Di daxuyaniyê da hat gotin ji bo ku "pevçûn bên sekinandin" û "NY alîkariyê bigihîne herêmên di dorpêçê da" berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milên Rûsya û rejima Esed.
Wek mayîn hat diyarkirin ku Obama di mijara Ukraynayê da got piştgiriyê didin Çarekên Normandiyayê ya ku Almanya û Fransa (Rûsya û Ukrayna jî) tê da ne.
Di axaftinê da herdu serokan jî bangî hemû aliyan kir ku bira agirbest bê dewamkirin û rêzê nîşanî agirbestê bidin, ya girîng ew e ku çavdêrên navneteweyî herin herêmê.