30 Îlon 2016•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2016
GAZÎANTEP
Malbata Îsmaîl ya ku li gelek dewletan karên înşatê dike û li Kobaniyê navdar e, ji ber zilma PYDya şaxa Sûriyeyê ya PKKya rêxistina terorê reviya Cerablusê û di avahiyeke vala da dimîne.
Rewşa malbatê bala xêrxwazên ji Tirkiyeyê kişand û xwestin bibin alîkar. Malbat bi alîkariya ku ji Tirkiyeyê diçe Cerablusa ku bi operasyona Mertalê Feratê ji DAEŞa rêxistina terorê hat paqijkirin, kêfxweş bû.
Samîr Ehmedê leşker yê ku alîkariyê teslim hilda daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku der barê malbatê di rojnemayan da nûçe derketin û xêrxwazên ji Tirkiyeyê bûn alîkar.
- "Em bi saya Tirkiyeyê xilas bûn"
Hesen Şêx Îsmaîlê rûsipiyê malbatê dema ku qala zilma PYD/PKKyê kir giriya û ji bo alîkariyê sipasiya xêrxwazan kir û wiha xeberda: "Em bi saya Tirkiyeyê xilas bûn. Ji bo alîkariyê sipas dikim. Li vir em azad in û kes zilmê li me nake. Xwedê ji her kesî razî be."