SOÇÎ
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan bi Serokê Dewlata Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re hat bal hev. Pûtîn li ber avahiya Serokatiyê ya li bajarê Soçiyê hat pêşwazîkirina Serokwezîr Erdogan.
Serokwezîr Erdogan piştî hevdîtinê diyar kir ku bi saya Olîmpiyadên Zivistanê yên 2014an ji ber ku bi Pûtîn re hatiye bal hev pir kêfxweş e û wiha dewam kir:
"Werzîşvanên me yên ku beşdarî van olîmpiyadan bûn kêm in. Beşdarbûna sporvanên me di pêşerojê de dê zêdetir bibin. Lewra ji bo vê xebat lazim in. Min jî xebatên mutehîtên me ji nêz ve şopand û gelekî xebatên baş kirin. Bazirganiya di navbera me û Rûsyayê de baş e, niha piçek daketiye. Ji bo ku pêşve biçe em ê bixebitin."
Serokwezîr Erdogan bal kişand ser şirîkatiya ku di qada vejenê de bi Rûsyayê re tê kirin û wiha pê de çû:
"Bi taybetî jî hevkariya me ya di qada vejenê de pir girîng e."