LA PAZ
Li gor daxuyaniya hikûmata Bolîvyayê herî zêde rojhilata başûrê paytext La Pazê di bin bandora lehiyê de ma, di encama lehiyê de jî 38 kes mirin û gelek kes jî bêmal man.
Wezareta Parastinê daxuyand ku alîkariya xurekê şandin herêmê û artêşê jî destnîşan kir ku herêmên di tesîra lehiyê de man tên valakirin.
Hat ragihandin ku nêzî 100 hezar dewar û 6 hezar hektar zeviyên çandî jî ji lehiyê xesar dîtin.