Ömer Koparan,Ethem Emre Özcan
24 Tebax 2022•Rojanekirin: 25 Tebax 2022
Bi ser Operasyona Mertalê Feratê ya ku li hemberî Sûriyeyê ji alî Hêzên Çekdar ên Tirk û Artêşa Netewî ya Sûriyeyê va hat kirin, 6 sal derbas bû.
Tirkiyeyê di çarçoveya heqê xwe parastinê da ku di xala 51emîn a Peymana Neteweyên Yekbûyî da cî digire Operasyona Mertalê Feratê di 24ê Tebaxa 2016an da bi armanca sînorên xwe ji DEAŞ û PKK/PYDa rêxistina terorê paqij bike da destpêkirin.
Di roja ewil a operasyonê da Cerablûsa navçeya Sûriyeyê ku li hemberî Karkamiş a navçeya Gazîentabê dikeve û di 23ê Sibata 2017an da jî navçeya Babê ji DEAŞê hatibû rizgarkirin.

Bi saya operasyonê 2 hezar û 55 kîlometre qereya di navbera herdu navçeyan da cî digirt di 217 rojan da ji terorê hat rizgarkirin û lê jiyana rojane bi ewletir bû.
Ji perwerdehiyê bigir heta tenduristî û binesaziyê di gelek qadan da proje ketin rewacê û nifûsa li herêmê gihîşt 2 milyonî.
Tirkiyeyê bi taybetî giringî da perwerdehiyê û ji bo kesên li herêmê bi cî bûne nêzî 700 dibistan ji nû va ava kir û niha li herêmên ji terorê hatine paqijkirin nêzî 300 hezar xwendekar hene.

Zanîngeha Gazîentabê bi biryarnameya Serokomariyê va li Cerablûs, Bab û Ezaz a bi saya Operasyona Mertalê Feratê ji terorê hatin paqijkirin di qada hîndekariya bilind da perwerdehiyê dide.
Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê bi armanca ku bila ji herêmê nexweşên sewqî Tirkiyeyê tên kirin kêm bibin û herêm bikaribe di her qadê da ji heqê xwe bê der xebatên xwe didomîne û hewl dide ku bila ji şêniyên wê derê doxtor û ekîbên tenduristiyê derbikevin. Bi vê armancê him li Cerablûs, Bab, Mare û Ezazê nexweşxane hatine vekirin lê xizmet tên dayîn û him jî li bajaroka Raiya Sûriyeyê fakulteya TIPê û dibistana bilind a pîşeya xizmetên tenduristiyê ku girêdayî Zanîngeha Zanistên Tenduristiyê ne (Saglik Bîlîmlerî) ji bo pêşerojê doxtor û ekîbên tenduristiyê tên perwerdekirin.

Li herêma ji terorê hat rizgarkirin 289 mizgeft hatin restorekirin û 253 mizgeft jî ji nû va hatin avakirin.
Ji bo pêşketina aboriya herêmê li Cerablûs, Raî, Bab û Ezazê sîteyên pîşesaziyê hatin avakirin.
- "Kêmasiyên di qada perwerdehî û tenduristiyê da hatin çareserkirin"
Serokê Meclisa Herêmî ya Babê Mistefa Orhan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku bi rizgarkirina herêmê va ewilî herêm hat paqijkirin.

Osman destnîşan kir ku wek meclisa herêmî bi Tirkiyeyê ra xebitîn û ewilî kêmasiyên di qada perwerdehî û tenduristiyê da çareser kirin û wiha domand: "Li herêmên ji terorê hatin rizgarkirin nexweşxane hatin avakirin. Herî zêde kêmasiyên di qada perwerdehî û tenduristiyê da hatin helkirin."
Mihemmed Nedîmê ku li Babê dijî û berê reviyabû û piştî rizgarkirinê vegeriyaye ser mal û milkên xwe got ku rewşa wan li gor 6 salên borî gelek başe û niha ew li ser kar û barê xwe ne û bi saya Tirkiyeyê rihet kirin.