Mehmet Şah Yılmaz,Ethem Emre Özcan
24 Tebax 2022•Rojanekirin: 26 Tebax 2022
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu digel Serokê Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Mixalif û Şoreşger ên Sûriyeyê Salim Muslat, Serokê Komîsyona Mizakereyê Bedir Camus û Serokê Hikûmeta Berwext a Sûriyeyê Ebdurrehman Mistefa hat cem hev.
Wezîr Çavuşoglu di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê Twitterê da diyar kir ku ew digel pêşengên mixalifên Sûriyeyî Muslat, Camus û Mistefa hat cem hev û wiha got, "Em tevkariya pêvajoya siyasî ya mixalefetê ya di çarçoveya biryara Konseya Ewlekariyê ya NYyê (KENY) ya Jimare 2254 da pîroz dikin û piştgiriyê didin."
- Biryara KENYyê ya Jimare 2254
Biryara KENYyê ya Jimare 2254 ya ku di Berfanbara 2015an da bi yekdengî hat pesendkirin, bangewaziya wê yekê dike ku li seranserî Sûriyeyê agirbesteke bilez were pêkanîn, mizakereyên siyasî were destpêkirin, di nava du salan da hikûmeta yekbûyî were avakirin û pey ra jî hilbijartin bê kirin.