Elif Orhan
26 Adar 2016•Rojanekirin: 26 Adar 2016
HEWLÊR
Ji fermandarên pêşmergeyan ên eniya Mexmûrê General Ziryan Şêx Wesanî diyar kir ku hêzên pêşmergeyan hêj beşdarî operasyona Mûsilê ya ku hat destpêkirin nebûye û got ku "Di navbera artêşa Iraqê û hêzên pêşmergeyan de peyman heye. Li gor vê pêşmerge dê di rewşa teyaqûzê de be. Artêşa Iraqê kengî hewcedarî hîs bike dê pêşmerge dest bi xebatan bike."
Wesanî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di navbera artêşa Iraqê û hêzên pêşmergeyan de der heqê birêvebirina operasyona Mûsilê de peymanek hat kirin.
Wesanî da zanîn ku pêşmerge û artêşa Iraqê di operasyona li Mexmûrê de di heman eniyê de bûn û wiha axivî: "Di navbera artêşa Iraqê û hêzên pêşmergeyan de peyman heye. Li gor vê pêşmerge dê di rewşa teyaqûzê de be. Artêşa Iraqê kengî hewcedarî hîs bike dê pêşmerge dest bi xebatan bike. Hêzên pêşmergeyan heta niha bi fiîlî beşdarî pevçûnan nebûn."
Wesanî da zanîn armanca Fermandariya Operasyonên Hevpar ên Mûsilê ya ku hat Mexmûrê ew e beriya ku ber bi bajêr ve operasyonan bide destpêkirin gundên li hawirdor kontrol bike û wiha axivî: "Hedef ji bo niha sitandina Geyarayê ye. Li Geyarayê balafirgeha eskerî heye. Heke ev der bê sitandin dibe ku ber bi navenda Mûsilê ve operasyoneke mezin dest pê bike. Ji ber ku xilaskirina van deran dê piştgiriyeke mezin bide operasyonê. Bi vî awayî dê xetereya ser herêmê jî kêm bibe."
Wesanî qal kir ku balafirên şer ên hêzên koalîsyonê beşdarî operasyonên hewayê yên ser kozikên DAEŞê bûn û agahiya "Agahiyên me tunin ka balafirên artêşa Iraqê beşdarî operasyonan bûne an na. Em tenê balafirên hêzên koalîsyonê dibînin."
Arîkarê berpirsyarê eniya Mexmûr-Guwerê yê hêzên pêşmergeyan Aras Huseyîn Mîrxan jî da zanîn ku hêj beşdarî operasyona rizgarkirina Mûsilê nebûne lê di teyaqûzê de ne û got ku "Êrîşên artêşa Iraqê yên li Mexmûrê pêngava ewil a operasyona rizgarkirina Mûsilê ye. Hedef ew e ku bigihêjin Robara Dîcleyê ya li Geyarayê. Ne diyar e ka dê ev heta çi wextê bigihêje encamê."
Fermandariya Operasyonên hevpar a girêdayî Wezareta Parastinê ya Iraqê dabû zanîn ku ji duh ve operasyona rizgarkirina Mûsilê dest pê kir.
Mûsil bajarê duyemîn ê Iraqê ye û ji 10ê hezîrana 2014an vir ve di destê DAEŞa rêxistina terorê de ye.