25 Adar 2016•Rojanekirin: 27 Adar 2016
HEWLÊR
Ji fermandarê artêşa Iraqê Serbaz Letîf Haşim daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir di operasyonên ku do li gundên Kudîle û Kermendiya Mexmûrê dest pê kirin da bênavber kozikên DAEŞê tên bombekirin.
Haşim diyar kir ku di operasyonên ku Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Wezareta Parastina Iraqê dimeşîne da pêşketinên mezin çêbûn.
- "Kozikên DAEŞê tên bombekirin"
Haşim destnîşan kir ku hêzên pêşmergeyan jî tim amade ne û wiha got: "Cebilxane û çekên ku pêwîstiya me pê hene, di destê me da hene. Em ji bo şer amade ne. Lê heger artêşa Iraqê bi ser nekeve û paşva vekişe wê pêşmerge demildest midaxele bikin."
Haşim diyar kir ku balafirên şer ên koalîsyona di pêşengiya DYAyê da jî kozikên DAEŞê bombe dikin û got ku artêşa Iraqê bi topên hewanê û moşekên obus û katyuşayê êrîşî kozikên rêxistinê dike.