HEWLÊR
Serokê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî Kurdistan Mihemed Ferec got: "Pêvajoya çareseriyê ji bo kurdan firsendeke wek zêr e. Herî zêde feydeya wê ji kurdan re heye. Xwîna ku ev 30 sal in li Tirkiyeyê tê rêtin divê êdî bê sekinandin. Divê di çarçoveya mafên siyasî de daxwaza mafên xwe bikin."
Serokê Yekgirtûyê Ferec daxuyanî da nûçegihanê AAyê û di daxuyaniyê de bal kişand li ser pêvajoya çareseriyê got ku divê teqez pêvajo bê domandin û wiha dewam kir: "Pêvajoya çareseriyê ji bo kurdan firsendeke wek zêr e. Herî zêde feydeya wê ji kurdan re heye. Xwîna ku ev 30 sal in li Tirkiyeyê tê rêtin divê êdî bê sekinandin. Divê di çarçoveya mafên siyasî de daxwaza mafên xwe bikin. Em dibînin ku her du alî jî biryardar in ku pêvajoyê bidomînin. Em li dijî polîtîkayên ku dixwazin pêvajoyê têk bibin."
Ferec got ku ya ku AK Partiyê kir, di dîroka Tirkiyeyê de tu kesî nekir û wiha dewam kir: "Ji ber vê divê ev pêvajo teqez bê domandin. Em li dijî cudakariyê ne. Çi ferqa me heye? Ez jî tu jî Xwedê em çêkirine. Ya ku destê me ji hev dike polîtikayên xelet û mantiqa mêtinkariyê ye. Em misilman in, însan in. Wek ku Hz. Elî dibêje 'em di dîn de jî di însanetiyê de jî bira ne'. Em ê çawa şer bikin? Divê em ji hev du re rêz bigrin."