NECEF
Pîrên elewî û bektaşiyên ku ji bo rêwîtiya pîroz derketibûn rê li Necefê tevlî balyozê Tirkiye yê Bexdayê Farûk Kaymakçi ve mizgefta Kûfeyê, mal û gora Hz. Elî ziyaret kirin.
Rêwîtiya pîran di bin hîmayeya Wezîrê Çand û Turîzmê Omer Çelîk de, bi hevkariya Yekîtiya Acenteyên Tirkiyeyê yên Geştê (TURSAB) ve hat organîzekirin. Qefleya 120 kesî ya ku ji Pîrên elewiyan û malbatên wan pêk tê şeva dawîn a li Kerbelayê çûn ser qebra "Hurê Şehîd" jî.
Tê gotin ku "Hurê Şehîd" ewilî li aliyê artêşa Yezîd bûye û paşê dev ji wan berdaye û derbasî aliyê Hz. Elî bûye.
Kom piştî Kerbelayê derbasî Kûfeyê bû. Mizgefta Kûfeyê û mala ku Hz. Elî tê de çû rehma Xwedê û hat kefenkirin jî ziyaret kirin.
Rêberê komê Cafer Bendîderya der barê mala Hz. Elî de agahî da nûçegihanê AAyê.
Pîrên elewî û bektaşiyan diyar kirin ku ev rêwîtiya pîroz ji bo wan pir girîng e.