Sevim Hatun
28 Îlon 2017•Rojanekirin: 28 Îlon 2017
CAKARTA
Endonezyayî piştî 7 salan gihiştin pandayên xwe.
Çîna ku ev 60 sal in "dîplomasiya pandayan" bi kar tîne, di vê çarçoveyê de ji bo peywendiyên xwe yên bi Endonezyayê re xurttir bike pandayên bi navê "Hu Çun” û “Say Tao” wek diyarî da wan. Herdu panda gihiştin navenda kargoyê ya li paytext Bantenê.
Balafira ku panda tê de bûn ji bo zû bigihêje Endonezyayê guzergeha xwe guhert.
Di vê navberê de ji bo pandayên wê li baxçê heywanan a bi navê Taman Safarî bên bicîkirin hemû amadehî hatin kirin.
Ji bo xwedîkirina pandayan nêzî 4,5 milyon dolarê DYAyê hat xerckirin.