07 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 07 Berfanbar 2016
CAKARTA
Li Endonezyayê di erdheja ku eyaleta Açêyê qewimî de jimara miriyan derket 54an.
Li gor daxuyaniya Saziya Jeolojiyê ya DYAyê (USGS) mezinahiya erdhejê ewil 6,4 hatibû eşkerekirin, paşê dîsa daxuyaniyek hat dayîn û mezinahiya erdhejê wek 6,5 hat rastkirin.
Berdevkê arteşê yê Açêyê General Tatang Silêman daxuyand ku li Pidie Jayayê 52, li herêma Bireuenê jî 2 kes mirin.
Silêman got ku nêzî 100 kesan jî birîndar hene.
Heyvasora Endonezyayê jî daxuyand ku xebatên wan yên lêgerîn û rizgarkirinê jî bênavber didomin.