Haydar Şahin
16 Gulan 2018•Rojanekirin: 17 Gulan 2018
VATÎKAN
Papa Francîscus der barê qetlîama li Xezeyê ya Îsraîlê da got, "Ji ber mirî û birîndaran ez li ber xwe dikevin. Ez bi eleqe û diayê xwe va li cem hemû kesên êşê dikişînin im. Ez carekê dîsa dibêjim ku tundî aştiyê nayne."
Li gor xebera Vatîcan News a malpera fermî ya nûçeyan a Vatîkanê Papa Francîscus di axaftina xwe ya îro da ji bo "bidawîkirina şerê li erdên pîroz û destpêkirina diyalogê" bang kir.
Papa ji bo qetlîama li Xezeyê ya Îsraîlê got, "Li Rojhilata Navîn û erdên pîroz rageşî zêde dibe, rêya aştî, diyalog û muzakereyan her diçe dikeve tengasiyê, ez ji ber vê di nav fikaran da me. Ji ber mirî û birîndaran ez li ber xwe dikevin. Ez bi eleqe û diayê xwe va li cem hemû kesên êşê dikişînin im. Ez carekî dîsa dibêjim ku tundî aştiyê nayne."
Papa bal kişand ku şer dibe sedema şer, tundî jî dibe sedema tundiyê û wiha pê da çû: "Ez bangî midaxil, hemû alî û civaka navneteweyî dikim ku bira teehuda xwe ya ji bo diyalog, aştî û edaletê dubare bikin."
Leşkerên Îsraîlê êrîşî welatiyên Filistînê yên li nêzî sînorê Xezeyê ji bo biryara Amerîkayê û Nekbeya (Felaketa Mezin) salvegera avakirina Îsraîlê ya 70yî protesto bikin kom bibûn kirin, 62 welatiyên Filistînê şehîd kirin û herî kêm 3 hezar kes jî birîndar kirin.