Azad Mohammed Abdullah
22 Mijdar 2017•Rojanekirin: 23 Mijdar 2017
HEWLÊR
Cîgirê Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistana Iraqê Cafer Êminkî der barê biryara Mehkemeya Federal a Iraqê de got: "Biryara li ser hilweşandina referandûma Herêma Kurdistanê siyasî ye, ne destûrî ye û Parlamentoya Kurdistanê vê biryarê red dike."
Cafer Êminkiyê ku halê hazir bi awayekî emelî wezîfeya Serokatiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê birêve dibe daxuyanî da peyamnêrê AAyê û der barê geşedanên dawîn û biryara Mehkemeya Federal a Iraqê de nirxandinên giring kirin.
Cîgirê Serokê Parlamentoyê bal kişand ser wê yekê ku Mehkemeya Federal a Iraqê tenê dikare destûrê şirove bike ne ku hukim li ser destûrîbûn an nedestûrîbûna referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê bide.
Li ser biryara mehkemeyê Êminkî nirxandina xwe wiha kir:
"Biryara Mehkemeya Federal a Iraqê li ser hilweşandina referandûma Herêma Kurdistanê ji aliyê me ve dihat çavnêrîkirin. Em li bendê bûn ku biryareke di vê arasteyê de derkeve. Em nîgeraniya xwe li ser hebûna Mehkemeya Federal a Iraqê bi vî şêweyî venaşêrin. Ev mehkeme sala 2004an hatiye avakirin. Piştî pesendkirina destûra daîmî ya Iraqê divabû yasayeke din derketiba û mehkemeya federal careke din teşkîl bûbûya. Ev nehat kirin û ew hakimên berê li karê xwe berdewam bûne. Ewan di serdema Paul Bremer de dest bi kar kiriye. Wek din jî gelek têbîniyên me li ser karên vê mehkemeyê hene. Em ji bêdengiya vê mehkemeyê li hemberî bicihnehatina mafên Kurd di destûra Iraqê de nîgeran in. Lewra di demên borî de gelek problemên Herêma Kurdistanê li ser bicihneanîna destûrê çêbûne."
Der barê biryarên Serokwezîrê Iraqê Heyder El Îbadî û yên mehkemeyê de jî Êminkî wiha axivî:
"Gelek nakokî di navbera biryarên Serokwezîrê Iraqê û biryarên mehkemeya federal de hene. Eger Îbadî ehemmiyet bida biryara mehkemeyê dê li benda wê sekinîba, piştre dest diavêt lêkolînê û muameleyên destûrî dimeşandin. Lê belê ev şepirzeyiya Serokwezîr li parlamentoyê, hikûmetê û mehkemeya federal de jî dibînin. Biryara li ser hilweşandina referandûma Herêma Kurdistanê siyasî ye, ne destûrî ye. Ev li dijî hemû maddeyên destûrê ye û Parlamentoya Kurdistanê vê biryarê red dike. Raderbirîn ne sûc e, referandûma Herêma Kurdistanê amûrekî demokrasiyê yê."
Cafer Êminkî behsa polîtîkayên paşerojê hatin meşandin kir û wiha pê de çû:
"Herêma Kurdistan ev ji 13 sal in ji destê vê eqliyeta hukimraniya Iraqê dinale. Siyaseta wan li ser eqliyeteke mezhebî û takrayî dimeşe û dûr e ji demokrasiyê. Em li ser bingeha demokrasiyê vegeriyan Bexdayê. Em dizanin ku di Parlamentoya Iraqê de Kurd kemîne ne, eger rêkeftin nebe çi tiştê Iraq bixwaze dê li ser Kurdan bisepîne. Lê em li ser bingeh demokrasiyê li hev hatin û vegeriyan Bexdayê. Yanî daxwazên Herêma Kurdistanê bi taybet tê wergirtin ne ku zorîne yan kemîne. Ji bo budçeyê jî me li ser ji sedî 17an li hev kir, eger serjimêrî bibe dibe ku nifûsa Herêma Kurdistanê ji sedî 22 jî derkeve."
Herwiha got Iraq wek dewlet têk çûye û got: "Iraq welatekî têkçûyî ye û ne demokratîk e. Eger em li Iraqê binêrin, bi tu şêweyî rengê dewletê nade."
Der barê diyalog û danûstendinan de jî wiha agahî da:
"Herêma Kurdistan daxwaza danûstendinan dike da ku destûra daîmî ya Iraqê were bicihkirin. Me tu carî daxwaza danûstendinê ji bo maddeyeke destûrê nekiriye, me gotiye bila destûr ji maddeya yekem heta ya dawiyê bi temamî were bicihkirin. Bicihkirina destûrê bi awayekî kamil temînata birêveçûna Iraqê ye li ser arasteyeke durist."
Ji bo rola civaka navneteweyî jî wiha nirxandin kir:
"Tu garantî tuneye ji xeynî wê yekê ku civaka navneteweyî bikeve dewrê. Divê civaka navneteweyî beşek be di çareseriyê de. Herçiqas problem navxweyî bin jî divê navbeynkar bin. Lewra pêbaweriya di navbera Herêma Kurdistan û Iraqê de gelekî lawaz e. Em venaşêrin, li Bexdayê hin mirov hene ku desthilat di destê wan de heye lê kesên jîr in. Pir zû mexrûr dibin û hema dest davêjin çareseriya eskerî. Loma em dixwazin civaka navneteweyî rola xwe bilîze. Di paşerojê de ev gelekî kirine, niha nabe ku ji wê poşman bibin û dest ji vir bikişînin."