Ekip
22 Mijdar 2017•Rojanekirin: 22 Mijdar 2017
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li ser rewşa alema Îslamê got: "Bêdengiya li hemberî wehşeta ku li Sûriyeyê 7 sal e dewam dike, miemeleyên kirêt ên ku li deriyên sînor li dijî penaberan tên kirin, bêhelwestiya li dijî komkujiya li Arakanê, rûyê rastîn ê Rojava nîşan dan. Gav bi gav dijayetiya îslamê, Neo-Nazîzm û nijadperestî ciyê nirxên wekî demokrasî, mafên mirovan û azadiyan digirin."
Serokomar Erdogan beşdarî 33emîn Civîna Komîteya Daîmî ya Hevkariya Ticarî û Aborî ya Teşkîlata Hevkariya Îslamî li Navenda Kongreya Stenbolê bû û axaftinek kir.
Li ser halê alema Îslamê Serokomar Erdogan wiha dest pê kir:
"Di salên dawî de em wekî alema îslamê di pêvajayoke bi zor û zehmet re derbas dibin, eşkere ye ku em di serdema fitneyê re derbas dibin."
Di behsa rêxistinên terorî de Erdogan wiha got:
"Em dibînin ku çeteyên kujer ên wekî DEAŞ, El Qaîde, Boko Heram, YPG, FETOyê hemûyan herêma me gerandin gola xwînê."
Der barê yekgirtin û hevkariya alema Îslamê de wiha nirxandin kir:
"Senaryoyek li ser alema Îslamê heye, dixwazin yekîtî, hevgirî, dewlemendî û ya ji hemûyan jî girîngtir dixwazin îstiqbala wan ji holê rakin.
Bêdengiya li hemberî wehşeta ku li Sûriyeyê 7 sal e dewam dike, miemeleyên kirêt ên ku li deriyên sînor li dijî penaberan tên kirin, bêhelwestiya li dijî komkujiya li Arakanê, rûyê rastîn ê Rojava nîşan dan. Gav bi gav dijayetiya îslamê, Neo-Nazîzm û nijadperestî ciyê nirxên wekî demokrasî, mafên mirovan û azadiyan digirin."
Ji bo kirrîna çekan ji welatên rojava Erdogan wiha got:
"Welatên Îslamê bi sedan milyar dolaran ji (welatên) Rojava çek siparîş kirin, gelo di rastiyê da kê ji van siparîşan qezenc dike? Birayên ku rojê pênc dana berê xwe didin heman qibleyê carina ji ber cudatiya nijad, carina ji ber mezheban, carinan ji ber cudatiya îdeolojîk berdidin hev û li hev dikin dijmin. Ev dijminatî bi kêrî kê tê? Welatên me ji nû va bi sînorên çêkirî tên perçekirin, ev di eslê xwe da kêrî kê tê? Li gor baweriya min bersivên hesbî yên van pirsan wê ji me ra perspektîfekê bide qezenckirin û wê bibe sedem ku em cudatir li mijaran mêze bikin. Dema ku di vê mijarê da serkeftî bûn, em ê him pêşiyê li ber defikan bigrin him jî pêşiya wan bigrin ku bi çavkaniyên me dewlemend nebin."
Di dirêjiya axaftina xwe de wiha dewam kir:
"Em nikarin destûrê bidin ku ev keriyê kujeran yên eşkere ye bi destê kê hatiye derxistin, xwedîkirin û mezinkirin ji bona neyartiya Îslamê wek amûr bên emilandin. Ji ser çalakiyên rêxistinên terorê ra dixwazin misilmanan di bin gumanê da bihêlin û bi vê behaneyê jî mafên bingehîn binpê bikin. Ev niyeta rastîn eşkere dike."
Serokomar Erdogan behsa îmkanên misilmanan kir û wiha pê de çû:
"Çi di warê nifûsê da çi di warê çavkaniyên binerd da çi jî di warê erdnîgariyê da, di destê misilmanan da derfetên pir mezin hene. Pirsa girîng jî ew e ku mirov divê heqê van yekan bide û baş binirxîne. Ango divê mirov bikaribe ar, şekir û rûn bîne cem hev û pê helewê çêke. A ku dikeve ser milê me jî ew e ku divê em bi hemleyên îqtisadî, teknolojîk û çandî va erdnîgariya îslamê bikin navendeke hilberînê û divê em modêla vê yekê pêk bînin. Ji bo ku em bikaribin jiyaneke murefeh pêşkêşî însanê xwe bikin, pêwîst e ku em hevkariya xwe ya di warê aborî û bazirganiyê da xurt bikin. Ji bo vê yekê jî divê em dezgehên wekî Teşkilata Hevkariya Îslamî baş biemilînin. Lêbelê di van mijaran da hê jî pirsgirêkên girîng li pêşiya me hene."