Parlementoya Federal ji bo ku Kanada jî tev operasyonên li dijî DÎŞIyê bibe tezkere qebûl kir. Parlementoya Federal a Kanadayê roja yekşemê dest bi nirxandina tezkereyê kir û duh qedand. Piştî dawîbûna nirxandinê tezkere li hemberî 134 rayên neyînî bi 157 rayên erênî ve hat qebûlkirin.
Piştî qebûlkirina tezkereyê Serokwezîrê Kanadayê Stephen Joseph Harper daxuyani da û diyar kir ku bi hêsanî nehatin vê astê lê belê li dijî Kanadayê, dinyayê û mirovahiyê xetereyeke mezin heye.
Harper destnîşan kir ku DÎŞI ji serê 2014an vir de wehşeteke mezin dike û wiha axivî: "DÎŞI li bakurê Iraqê nijadkujiyê dike. Em jî ji bo ku jan û êşa gelê Iraqê kêm bikin tevlî tevgera ku pêşikêşiya wî DYAyê dike dibin. Divê tu kes ji vê xetereyê re nebêje ku girîng nîne. Em wek Kanadayê çi têkeve ser milên me emê bikin."
Li gor tezkereya ku hat qebûlkirin Kanadayê bi balafireke tankêr a bi navê CC-150 Polarîs, 2 balafirên CP-140 ên çavdêriyê, balafireke îkmalê, 6 balafirên şer ên CF-18 û 600 leşkerên miretabat û alîkariyê ve dê başdarî operasyonan bibe. Yekîne û hêzên leşkerî yên Kanadayê dê 6 mehan vê wezifeyê bikin û tu carî jî beşdarî şerê bejayê nebin.