ERBÎL
Di rapêrsînê de ji 400 malbatên ku li wargehên Domîz, Beherke, Kevrgosik û Basirmayê dijîn hate pirsîn ku 'Hûn ji bo çi ji Sûrîyê reviyan?' Yên ku beşdarî rapirsînê bûn ji sedî 67an gotin ku ji ber zilma rejîma Esed hatine û ji sedî 33yan jî diyar kirin ku zilma eniya Nûsrayê bûye sedama koçberiya wan. Li gor anketê penaber ji sedî 80ê dixwazin şer biqede û vegerin welatê xwe.
Hîndekarê Beşa Têkilîyên Navnetewî yê Zanîngeha Duhokê Doç. Dr. Beyar Seyfeddîn civîna çapemeniyê li dar xist û encama xebata rapirsînê nirxand. Seyfeddîn diyar kir ku penaberên ku xwe sipartine wan alîgirên PYDê nînin û yên ku nêzî PYDê ne ji Sûrîyê derneketin û neçûn cihekî din. Seyfeddîn eşkere kir ku pênaberên ku hatine Iraqê bi taybetî ji bajarên Qamişlo û Amûdê ne û ji ber ku di navbera partiyên kurdan da yekîtî tuneye rewşa Kurdên Sûriyê roj bi roj xerab dibe. Seyfettîn bal kişan têkîliyên Rêvebireya Herêma Kurdistanê ya Iraqa Fedaral û PKKê û ragihand ku di nav Revebireya Herêma Kurdistanê û PKKê de reqabetek derket û ev jî rewşa kurdên Sûriyê xerabtir dike û kurdên Sûriyê neçar mane.