Dildar Baykan Atalay
01 Îlon 2023•Rojanekirin: 02 Îlon 2023
Berdevkê Pentagonê Tuxgeneral Patrick Ryder diyar ji bo mirina Yevgeniy Prîgojînê avakarê Wagnerê got: "Dawî li koma Wagnerê hat."
Berdevk Ryder di civîna çepemeniyê ya rojane da rojev nirxand û pirsên rojnamegeran bersivand.
Di civînê da rojnamegerekî îdiayên ku Koreya Bakur çek firotiye Wagnerê bi bîr xist û got: "Hûn bawer dikin ku peymana di navbera Koreya Bakur û Wagnerê da bi dawî bûbe?"
Li ser vê pirsê Ryder jî bal kişand ser mirina Prîgojînê avakarê Wagnerê û got: "Mijara sereke ya li vê derê ew e ku bi rastî Wagner êdî qediya. Ji ber vê jî ez dikarim bibêjim ku li meydanê tu gotûbêjek tuneye."
Ryder bangewaziya xwe ya ku bila Koreya Bakur bi tu awayî çekan nede Rûsyayê dubare kir.