28 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2016
ANKARA
Civîna Şûraya Bilind a Leşkerî ya ku bi Serokatiya Serokwezîr Bînalî Yildirim li Koşka Çankayayê tê kirin, bi dawî bû.
Civîna Şûrayê ya ku cara ewil li Koşka Çankayayê hat kirin, xilas bû.
Piştî ku xebatên Şûrayê xilas bûn pêşî Sererkan Orgeneral Hulûsî Akar û Wezîrê Parastina Neteweyî Fikrî Işik pişt re jî fermandarên din ên ku beşdarî civînê bûn ji Koşka Çankayayê derketin.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dê di saet 20.00an de ji bo rûmeta endamên Şûrayê li Kulliyeya Serokomariyê xwarinê bide. Tê payîn piştî ku biryarên ku li Şûrayê hatin girtin pêşkêşî tesdîqa Erdogan bikin û biryar bi raya giştî re bên parvekirin.