DIYARBAKIR
Tê payîn peyamên ku dê di Newroza li Diyarbekirê de bên dayîn, piştgiriyê bidin pêvajoya çareseriyê.
Ji welatiyan Abdûrrezak Erîm daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got bi saya pêvajoya çareseriyê li Herêma Başûrê Anadoluyê atmosfera aştî û aramiyê hat pêkanîn.
Erîm da zanîn ku divê ev yek berdewam bike, şeht li pêvajoyê nekeve û got "Hêviya me ew e ku çek bên danîn û pêvajoya çareseriyê berdewam bike."
Mehmet Sagdiç got dixwazin ku di Newrozê de ji bo çekdanînê peyam bê dayîn û wiha axivî: "Êdî bes e bila xwîn nerije. Divê her kes piştgiriyê bide pêvajoya çareseriyê. Em dixwazin ku aştî bê."
Omer Aslan jî da zanîn ku pêvajoya çareseriyê dê piştgiriyê bide aborîyê û destnîşan kir ku di atmosfera ewlehiyê de dê bêtir tûrîst bên herêmê.
-"Pêvajoya çareseriyê piştgiriyeke mezin da"
Bûrhan Îçten got "Hewceyiya me bi pêvajoya çareseriyê heye, her kes dixwaze ku di nav aştî û aramiyê de bijî" û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Bila aştî û aramî çêbe, her kes di nav aştiyê de bijî. Ti tişt jê xweştir tune ku çand û baweriyên cuda bi hev re bijîn. Ez hêvî dikim bila her kes bi awayekî wisa bijî ku bikaribe xwe bi awayekî baş îfade bike. Pêvajoya Çareseriyê piştgiriyeke mezin da."
Xwendekara zanîngehê Rojîn Aydinê jî qal kir ku divê her kes di pêvajoya çareseriyê de berpirsyariyên xwe bi cî bîne û wiha axivî: "Hêvîdar im ku çek rawestin. Ez wisa difikirim ku pêvajoya çareseriyê bandoreke gelekî erênî vir kir. Tu kes naxwaze ku pevçûn çêbin. Ez dixwazim ku dawî li pevçûnan bê."
Mamosteyê teqawîd Alî Ersoz jî bi bîr xist ku beriya pêvajoya çareseriyê her dem bi pevçûnan qala herêmê dihat kirin û got ku "Banga ku tê bê kirin, dê bandoreke mezin li pêvajoyê bike, pêngavên bi bandor ên ku dê dewlet biavêje dê xwe nîşan bidin. Xwezî tu pirsgirêk tunebûna û her tişt xweş û baş bûya."
-Kêfa esnafê xweş bû
Ji ber newrozê ji nav welêt û derveyî welêt gelek tûrîstên herêmî û biyanî hatin bajêr û qerebalixî çêbû û vê yekê jî kêfa esnafê xweş kir.
Kargêrê loqanteyê Kazim Yildirim diyar kir ku ji ber newrozê jimara mişteriyan zêde bû û got "Hin mişteriyên me ji welatên Ewropayê hatin."
Esnaf Nevzat oren jî destnîşan kir ku ji ber çalakiya Newrozê li sûkê danûsitandin zêde bû vê yekê jî bandorî karê wan kir û wiha axivî: "Li gor rojên berê em bêtir tiştan difroşîn."
-Ji bo pîrozbahiyan ji Danîmarkayê hat
Bêrîvan Tûnça ku ji bo pîrozbahiyên Newrozê ji Danîmarkayê hat jî got ku li Diyarbekirê aramî serdest e. Tûnçê da zanîn ku ji ber newrozê her kes di nav hêviyeke erênî de ye û wiha axivî: "Ez dixwazim ku êdî aştî çêbe. Hêviya min ji peyamên ku dê di newrozê de bên dayîn heye. Piştî Newrozê jî dê geşedanên girîng çêbin."