SANA
Hat ragihandin ku li Sanaya paytextê Yêmenê di êrîşên xwekujiyê yên ku birin ser du mizgeftên alîgirên Tevgera Ensarûllah a Husiyan lê nimêja înê dikirin de hejmara kesên ku mirin derket 120 kesî.
Çavkaniyên ewlehiyê yên Husiyan daxuyanî dan û diyar kirin ku di êrîşên li ser du mizgeftan hatin kirin de hejmara miriyan derket 120 kesî û 150 kes jî birîndar bûn.
Çavkaniyên nexweşxaneyan jî ragihandin ku hejmara miriyan derket 85 kesan.
Li gor agahiyên ewil di êrîşa li el-Cerefa herêma Sanayê ku birin ser mescidên Bedîr û Haşûşê de 55 kes miribûn.