PARÎS
Polêsê misilman ê bi navê Ehmed Merabet ku li Parîsê roja çarşemê di êrîşa li ser kovara bi navê Charlîe Hebdoyê da mir, bû sembola bûyerê.
Li ser Twitterê ji bo Merabetê 42 salî etîketa "JeSuisAhmed" ku tê meneya "NavêMinEhmed" e di nav etîketên ku herî zêde tên parvekirin da cî digire. Di peyamên ku tên datîn da tê gotin ku divê misilman û terorîst ji hev cuda bên hesibandin.
Wê Merabet bibûya polêsê edlî
Merabet polêsekî jêhatî bû û wê bibûya polêsê edlî. Merabet li herêma Seine- Saint- Denisa li bakurê Parîsê dijiya. Merabet zewicî bû û 3 xuşk û 2 birayên wî hebûn. Malbata wî dixwaze Merabet li goristana Bobignyê were veşartin.
Merabetê ji Cezayirê li herêma 11emîn a navenda polêsan wezîfedar bû û 8 sal bû wezîfeya xwe dikir. Merabet li ser bûlwara Richard-Lenoirê bi destê êrîşkaran xedar birîndar bûbû û miribû.
Di êrîşa li dijî ofîsa Charlîe Hebdoyê da jê 2 polês û 4 karîkaturîst bi tevahî 12 kes miribûn. Piştî bûyerê li tevahiya welêt tevdîrên ewlehiyê hatin hildan.