PARÎS
Hat ragihandin ku li rojavayê Parîsê kesek hat dîlgirtin û dengê çekan hat bihîstin.
Wezîrê Karên Navxweyî yê Fransayê Bernard Cazeneuva daxuyanî da û destnîşan kir ku li rojhilatê Parîsê li herêma Dammartin-en-Goëleyê polêsan operasyon dan destpêkirin.
Hat ragihandin ku du kesên çekdar li avahiya şirketekê kesek dîl girtine û dengê çekan hat bihîstin.
Hat destnîşankirin ku li herêmê tîmên polêsan û firoke amade ne. Lêbelê hê nayê zanîn ku ev kes herdu birayên bi navê Seîd û Şerîf Kouachî ne ku êrîş biribûn ser kovara Charlîe Hebdoyê û di êrîşê da 12 kes miribûn.