Haydar Şahin
14 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 14 Tîrmeh 2017
QUDIS
Polêsên Îsraîlê li Mescida Eqsayê 3 welatiyên Filistînê yên ku îdia dikin bi sîlahê êrîş kirine kuştin, di bûyerê da 3 polêsên Îsraîlê birîndar bûn.
Di daxuyaniya polêsên Îsraîlê da hat diyarkirin ku 3 welatiyên Filistînê yên ku li ber deriyê Şêran ê Mescida Eqsayê gule berî polêsên Îsraîlê dan û revîn hundirê Mescida Eqsayê hatin kuştin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku rewşa 2 kesên ku birîndar bibûn giran e. Bal kişandin ku li ser filistîniyên ku hatin kuştin 2 sîlahên otomatîk û debançeyek hat girtin.
Stêrka Dawud ya Sor ya Îsraîlê jî got "2 giran 3 îsraîlî birîndar ketin". Der barê nasnameya birîndaran da agahî nehat dayîn. Çapemeniya herêmî jî dibeje ku kesên birîndar polês in.
- Mescida Eqsayê hat girtin
Di daxuyaniya polêsan da hat diyarkirin ku deriyên Mescida Eqsayê hatin girtin û ew ê destûrê nedin ku îro li Mescida Eqsayê nimêja înê bê kirin.