Sevim Hatun
14 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 15 Tîrmeh 2017
XARTÛM
Wezîrê Karên Derva yê Sûdanê Îbrahîm Xendûr di civîna çapemeniyê ya li paytext Xartûmê li dar xist de got ku ew ê saziyên dewletê yên li Sûdanê, bi saziyên li DYAyê re di çarçoveyeke neteweyî û exlaqî de li gorî esasên pênc rêgehan dewam bikin û wiha dewam kir: "Hevkariya dualî ya navbera saziyên DYA û Sûdanê de, li gorî esasên 5 rêgehan wê berdewam bike."
Xendûr bal kişand ser gotina Serokê Dewletê yê Sûdanê Omer el-Beşîr a "me xabatên xwe yên bi saziyên DYAyê re nedane sekinandin, me xebatên bi komîteya xebatê ya mizakereyan tevî DYAyê da sekinandin" û wiha got: "Heta peywendiyên di navbera herdu welatan de qut nebin wê hevkariya dualî dewam bike."
Rêveberiya DYAyê ji bo sepana ticarî ya Sûdanê rabike 6 meh muhlet dabû, piştî ku qewlê danîbû bi dawî bû duh ragihandibû ku mawe 3 mehan dirêj kiriye. Li ser vê Serokê Dewleta Sûdanê Beşîr diyar kiribû ku wan xebatên bi komîteya mizakereyan a bi DYAyê re ji bo 3 mehan daye sekinandin.