Ahmet Aydın
12 Adar 2017•Rojanekirin: 12 Adar 2017
ROTTERDAM
Polîsên Hollandayê li cihê ku wesayita Wezîra Malbat û Polîtikayên Civakî Fatma Betul Sayan Kayayê lê ragirtiye, midaxeleyî xwepêşanderên tirk kir û bi bikaranîna hêzê ew belav kirin.
Polîsên Hollandayê, li dijî xwepêşanderên ku nêzîkî Serkonsolgeriya Tirkiyeyê ya li Rotterdamê civiyabûn bi copan midaxele kir. Di dema midaxeleya ku polîsên hespsiwar jî tê da hat bikaranîn hat dîtin ku hinek welatiyên tirk ketin erdê.
Xwepêşanderên ku ji nêzîka wesayita Wezîr Kaya hatin dûrxistin, li destpêka caddeyê bi xwendina druşman berteka xwe didomînin.