Mutlu Demirtaştan
30 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2022
Alema Fitbolê ji bo fitbolîst Peleyê bi nav û deng ê Brezilyayî ku di 82 saliya xwe da wefat kir, di şînê da ye.
Edson Arantes do Nascimentoyê ku bi navê xwe yê Pele bi nav û deng e di qada fitbolê da gelek serfirazî li pey xwe hişt.
Li gorî gelek sporhezan Pele gogbazê herî baş ê dinyayê tê hesibandin lewra tevlî Tîma neteweyî ya Brezîlyayê wî 3 caran Qupaya Dinyayê qezenc kir, bi kupayên tevlî kûluba xwe qezenc kir û serfiraziyên xwe yên di qada fitbolê da hişt va jî ew ê gelek bê bibîranîn.

Herî dawîn di tîma New York Cosmosê ya li Amerîkayê da kariyera xwe domandibû û beriya wî bi qasî 19 salan formaya tîma Santosê li xwe kiribû û ji 1000î zêdetir jî gol avêtibû. Ji ber serfiraziyên Pele hezkirên wî yên Brezilyayî peykerê wî li pêş Stada Maracanayê ku fitbol jê belavî çar aliyê welêt bûye, danîn.
- Bi feqîrî û xizanî dest bi fitbolê kir û bi nav û deng bû
Pele di 23ê Cotmeha sala 1940î da li Tres Coraçoes a bajarê Brezilyayê ji dayîk bû. Bavê wî Dondinho jî wek kurê xwe gogbaz bû û diya wî jî Celeste Arantes e.
Ji du ewladên malbateke feqîr yek bû û hevalên wî yên mektebê ji ber ku wî Bîleyê lîstikvanê kûluba Vasco da Gamayê ji xwe ra mînak hildida navê Pele lê kirin.
Heta demekê di kafeyan da garsontî dikir û wek gogbaz ewilî li Bauru Athletic Clubê dest bi fitbolê kir û di navbera salên 1954 û 1956an da Di Şampiyoniya Eyaletê ya Ciwanan da 3 car li ser hev bûn şampiyon.
Antrenor Waldemar de Brito ji bo ceribandinê Pele bir Kûluba Santosê û peymana xwe ya profesyonel a ewil bi wan ra îmze kir.

- Salên li Santosê bi serfirazî derbas bûn
Pele di sala xwe ya ewil a tîma Santosê da hêj 16 salî ji ber zêde gol avêtinê bû şahê golan. Tîmên wek Real Madrid, Juventus û Manchester Unitedê xwestin wî transfer bikin lê hikûmeta Brezilyayê Pele wek "xezîneya neteweyî" hesiband û destûr neda.
Pele di 19 salên bi tîma xwe ra derbas kir da 10 caran bûn şampiyonê Eyaletê, 6 car bûn şampiyonê lîgê û du car jî Qûpaya Lîbertadoresê û du car jî Qûpaya Nav Parzemînan qezenc kir.
- Kariyera wî ya di tîma neteweyî da
Di Tîma Neteweyî ya Brezilyayê da çaxê dileyîst li ser navê welatê xwe gelek serfirazî bi dest xist.
Di sala 1957an da pêşbirka xwe ya neteweyî ya ewil da li Stada Maracanayê leyîst û tîm 2 û 1 têk çû û gola tîma xwe jî wî avêtibû.
Di qûpayên dinyayê yên sala 1958an da li Swêdê, di sala 1962yan da li Şîliyê û di sala 1970yî da jî li Meksîkayê bûn şampiyonên dinyayê. Li rûyê dinyê gogbazê ku sê caran qupaya dinyayê qezenc kiriye bi tenê Pele ye.
Di navbera salên 1957 û 1971î da tevlî Tîma Neteweyî ya Brezilyayê 92 caran derket qadê û 77 gol avêt.
- Li Amerîkayê xatir ji fitbolê xwest
Pele piştî ku ji tîma Santosê veqetiya derbasî parzemîna Amerîkayê bû. Li wê derê bi tîma New York Cosmosê ku di lîga Amerîkayê da cî digirt da dest bi fitbolê kir.
Gogbazê Brezilyayî di navbera salên 1975 û 1977an da leyîst û di sala dawîn da jî tevlî tîmê bûn şampiyonên lîgê.
Piştî fitbolê li welatê xwe wezîrtiya Sporê, nunertiya fitbolê ya FIFA û Santosê, serokatiya rûmetê ya New York Cosmosê û nunertiya niyetbaşî ya Neteweyên Yekbûyî û UNESCOyê jî kir.
Navên wek "Moriya Reşik", "Qralê Fitbolê" û "Qral Pele" lê hatibûn danîn û gogbazê bi nav û deng di jiyana xwe da yek ji wan kesan bû ku hezar gol avêtine.
Pele di seranserê jiyana xwe ya fitbolê da beşdarî hezar û 363 pêşbirkan bû û bi tevahî jî hezar û 279 gol avêt û di Pirtûka Reqoran a Guînnessê da cî girtibû.