Aşkın Kıyağan
30 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2022
Enstîtuya Çapemeniyê ya Navneteweyî (IPI) ragihand ku îsal 66 rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê hatine kuştin.
Enstîtuya Çapemeniyê ya Navneteweyî ku navenda wê li Viyanaya paytextê Avusturyayê ye, daxuyaniya nivîskî da û destnîşan kir ku sala 2022yan ji bo ewlehiya rojnamevanan saleke dijwar bûye.
Di daxuyaniyê da daneyên der barê kuştina rojnamevanan da hatin eşkerekirin û hat diyarkirin ku îsal 66 rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê hatine kuştin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin di sala 2021ê da jî 45 rojnamevan hatibûn kuştin.