08 Hezîran 2017•Rojanekirin: 09 Hezîran 2017
NEW YORK
Vladimîr Putînê Serokê Dewleta Rûsyayê destnîşan kir heger di navbera DYA û Rûsyayê da şer dekeve "kes sax xilas nabe."
Putîn di belgefîlma bi destê derhenêrê navdar Oliver Stone hat amadekirin da der barê têkiliyên DYA û NATOyê da daxuyaniyên girîng da.
Belgefîlma bi navê "The Putin Interviews" ji 4 beşan pêk tê û li Showtimeya platforma weşanê ya dijîtal hefteya bê wê dest pê bike.
Vladimîr Putîn di belgefîlmê da li ser pirsa Stone ya "Heger şer derkeve DYA bihêz e yan na?" wiha got: "Heger şer derkeve kes sax namîne."
Putîn di belgefîlmê da pirsên der barê NATOyê da dibersivîne.
Putîn destnîşan kir NATO ji bo polîtîkayên derva yên DYAyê bûye amûr û got di NATOyê da muttefîq tunene dewletên di xizmeta DYAyê da hene.
Vladimîr Putîn fikarên xwe yên der barê NATOyê da eşker kir û wiha got: "Li ser sînorên Rûsyayê talûke û gefa NATOyê zêde dibe. Ji ber vê Rûsya wê tevdîran hilde."