Muhammet Kurşun
08 Hezîran 2017•Rojanekirin: 09 Hezîran 2017
HEWLÊR
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Sererkanê Îtalyayê Claudio Graziano li Hewlêrê civiyan.
Li gor malpera resmî ya Hikûmetê di hevdîtinê de Graziano kêfxweşiya xwe ji bo seredana Herêma Kurdistanê û hemahengiya di navbera Pêşmerge û hêzên Îtalyayê de anî ziman.
Bi taybetî jî Graziano bal kişand ser tîmeke Artêşa Îtalyayê ku ji bo parastina Bendava Mûsilê hatibûn wezîfedarkirin. Herwiha şirketên Îtalyayê jî karê lêkolînê li wir dike.
Graziano behsa arîkariyên Îtalyayê yên di paşerojê de kir û herwiha got ev piştevanî dê bidome. Wek din têkiliyên Îtalya û Herêma Kurdistanê jî bilind nirxand.
Nêçîrvan Barzanî jî bi taybetî ji bo karên ku Îtalya li Bendava Mûsilê dike xweşhaliya xwe ragihand û got ew li wir wezîfeyeke muhîm dikin.
Ji bo dermankirina pêşmergeyên di şerê DEAŞê de jî sipasiya Îtalyayê kir.
Di hevdîtinê de rewşa herêmê bi giştî, rizgarkirina Mûsilê, têkiliyên Hewlêr û Bexdayê û biryara serkirdayetiya siyasî ya Herêma Kurdistanê ji bo referandûmê hatin nirxandin.