14 Hezîran 2017•Rojanekirin: 15 Hezîran 2017
ÎSTANBUL
Rêxistina terorê PYD/PKKya ku ji sedî 23yê axa Sûriyeyê îşxal kiriye, bi piştgiriya leşkerî ya Amerîkayê sê bendavên herî mezin ên welêt bi dest xist. Bendavên li ser Çemê Feratê têra pêdiviya ceyran û ava nîvê welêt dike.
Li gor pîvana qada nexşeyê ya ku AAyê kir, rûberê erdê Sûriyeyê nêzî 185 hezar kîlomêtreqere ye, PYD/PKK vê rûberê erdê nêzî 39 hezar û 500 kîlomêtrekare îşxal dike.
Rêxistinê ji sedî 23yê welêt îşxal kiriye, kontrola bendava Tişrînê ya li rojhilata Helebê û kontrola bendavên Tebqa û Baasê yên rojavayê Reqayê di dêst da ye.
Nûçegihanê AAyê daneyên Bankeya Dinyayê û Wezareta Avdanê ya rejima Sûriyeyê da ber hev. Li gor daneyan bi saya serê her sê bendavên ku rêxistinê bi piştgiriya Amerîkayê bi dest xist va di warê çavkaniya av, ceyranê û eraziyê çandiniyê da xwe daye herêmên hesas.
- Ji sedî 80yî eraziyên ku tên avdan di îşxala rêxistinê da ye
Ji rojhilata Helebê bigre heta hidûdê Iraqê, eraziyên çandiniyê yên mezin bi her sê bendavan va tên avdanê
Li welêt ji sedî 60î eraziyên çandiniyê yên ku qasî 30 kîlomêtroqereyî li herêma ku destê PYD/PKKyê de ne.
Ji bilî vê rêxistin li ser ji sedî 9,4 ereziyên ku dikarin bên avdan desthilat e.
- Li ser çemê Feratê sê bendav
Rêxistinê dest daye li ser sê bendavan ku ev bendav ji sedî 70 pêdiwiya ceyrana Sûriyeyê peyda dikin.
Di çileya pêşîn a 2016an de PYD/PKKyê bendava Tişrînê ya ku rojhilatê Helebê ye ji destê DEAŞa rêxistina terorê hildabû.
Bendava Tişrînê salê 630 megavat (MV) vejenê çêdike û ji bo avdana Minbic û Kobanê xwedî qadeke mezin a 40 mêtroyî dirêj e.
Bendava Tebqayê ya ku rojavayê Reqayê ye jî di 13ê gulanê de ketibû destê PYD/PKKyê.
Bendava Tebqayê salê 824 megavat (MV) vejenê çêdike û xwedî qadeke mezin a 60 mêtroyî dirêj e ku ev qad avê berhev dike û jê re dibêjin Gola Esed. Gola Esed rezerva avê ya herî mezin a Sûriyeyê ye.
Di 4ê hezîrana 2016an de PYD/PKKyê bendava Baasê ya ku rojhilatê Tebqayê ye ji destê DEAŞa rêxistina terorê hildabû. Bendava Baasê salê 75 megavat (MV) vejenê çêdike.
Bendeva Tişrînê hin caran elektrikê dide gund û bajarokên derdorê û hin caran jî ji ber ketina asta avê fealiyetên xwe bi temamî dide sekinandin.
PYD/PKKya rêxistinina terorê li bakurê Sûriyeyê hemû sînorê Tirkiyeyê, bakurê Heseke û Reqayê û navçeya Minbiç û Efrînê wergirtine bin kontrol xwe.
Rêxistinê ji sedî 65ê sînorê Sûriye û Tirkiyeyê jî dagir kiriye.