ŞANLIURFA
PYD rê li ber penaberên Sûriyeyî yên ku dixwazin ji navçeya Akçakaleyê derbasî Tel Ebyadê bibin, digre.
Li gorî agahiya ku hat bidestxistin, grûbeke Sûriyeyî ya ku xwest derbasî Tel Ebyadê bibe li ber deriyê sînor ê Akçakaleyê kom bû. Peywirdarên tirk ji bo derbasbûnê destûra hewce dan, lê PYDya ku kontrola Tel Ebyadê di dest de ye derî girt.
Sûriyeyiyên ku ji ber rêgirtina PYDyê nikaribûn biçin welatê xwe, bertek nîşan dan.
Hamed el-Alî yê Sûriyeyî di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de diyar kir ku ew ji serê sibehê pê ve li ber derî, bi rojî disekinin, lê ji ber ku PYDyê derî girt, ew nikarin vegerin welatê xwe.
Meryem Îsa ya Sûriyeyî jî qala rewşa xwe kir û got ku ew tevî zarokên xwe li ber tavê disekine û wiha pê de çû: "Ev çawa mirov in, ma tirsa wan a Xwedê tuneye. Herêm zeft kirin, lê mirovan ji cih û warên wan dikin."
Hammûd Sakî jî destnîşan kir ku hêzên çekdar ên girêdayî PYDyê yên ku herêm kirin kontrola xwe, dest dan ser 300 mihên wî û dû re ew jî qewirandin.