KILÎS
Serokê Giştî yê Weqfa Arîkariyê ya Mirovahiyê ya ÎHHyê Bulent Yildirim: "Di vê remezanê de em ê herî kêm xwe bigihînin milyonek însanî. Li 93 welatan û li 76 bajarên Tirkiyeyê xebatên me yên alîkariyê dê hebin."
Yildirim daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku Alema Îslamê careke din jî di nava xûn û hêsiran de kete remezanê. Ji ber wê jî em hewl didin ku alîkariyên di meha remezanê de tên dayîn bigihînin însanên hewcedar. Yildirim wiha dewam kir: "Lê ya herî girîng Sûriye ye, lewra alîkariyên diçin Sûriyeyê kem bûne."
Yildirim got: "Di vê remezanê de em ê herî kêm xwe bigihînin milyonek însanî. Li 93 welatan û li 76 bajarên Tirkiyeyê xebatên me yên alîkariyê dê hebin. Wekî remezanên berê, di vê remezanê de jî em ê herî zêde li ser milteciyên li herêmên şer û li welatên feqîr bisekinin."