02 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2016
HELEB
Hat ragihandin ku yekîneyên PYDya şaxa Sûriyeyê ya PKKê û Ceyş es-Suwarê (Artêşa Şoreşê) êrîşî 2 gundên li bakurê Helebê yên di destê mixalifan da kirin û kontrola gundan hildan.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên li Helebê sitandin, yekîneyên PYDya şaxa Sûriyeyê ya PKKê û Ceyş es-Suwarê (Artêşa Şoreşê) êrîş birin ser Teneb û Keşteara gundên nêzîkî Azeza li bakurê Helebê û zeft kirin.
Li nêzîkî Azeza navçeya Helebê di navbera aliyan da şerekê giran dewam dike, PYDyê li gundên Teneb û Keştearê nîşanger danîn ser avahiyên bilind.
Wek mayîn fermandarê Eniya Şamê Mihemed Ehmed got di demeke ku mixalif li rojhilatê Azezê li dijî DAEŞê şer dikin da yekîneyên PYD û Ceyş es-Sûwarê êrîşî gund û bajarokên di destê mixalifan da kirin.
Ehmed got, "Hedefa PYDê û Ceyş es-Suwarê ew e ku herêma di navbera Efrîn û Kobanêyê da zeft bikin û rêya ku pê alîkarî diçe mixalifên li Helebê birin. PYD dixwaze ku Efrîn û Kobanêyê bi hev va girê bide. Bi îzna Xwedê emê vê daxwazê berhewa bikin."