15 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 15 Berfanbar 2016
HELEB/ANKARA
Li rojhilatê Heleba ku hêzên rejimê û milîsên şiî yên di bin fermandariya Îranê da dorpêç kirine ji bo agirbestê careke din lihevkirin pêk hat. Heke sivîl ji herêmê derbikevin û pêvajo bê pirsgirêk dewam bike ji bo tehliyekirina wê otobus jî bên bikaranîn.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji fermandarên komên muxalif ên li herêmê ne hilda şervanên muxalif li eniyên şer îlan kirin ku careke din agirbest ket rewacê.
Ji hêla din va milîsên şiî yên di bin fermandariya Generalê îranî Seyîd Cewat da duh bi tanq û topan dest bi êrîşan kiribû dev ji êrîşê berdan.
Çavkaniyên muxalif ragihandin ku bi destpêka agirbestê sivîlên wesayîtên wan hene wê ji herêmê derbikevin û heke di pêvajoyê da pirsgirêk dernekeve wê gavê ji bo tehliyekirina sivîlan dê otobus jî bên bikaranîn.
Çavkaniyên îstixbarata tirk ên ku agahî da nûçegihanê AAyê diyar kirin ku piştî hevdîtina rêvebirên Tirkiye û Rûsyayê agirbest pêk hat. Çavkaniyan ragihand ku Tirkiye ji bo muxalifan û Rûsya jî ji bo hêzên rejimê bû garantor.
Kesên ku ji hêrêmê derbikevin wê biçin bajarê Îdliba ku di bin kontrola muxalifan da ye. Îdlib li ser sînorê Tirkiyeyê ye û li hemberî wê jî Hatay heye.