16 Sibat 2016•Rojanekirin: 16 Sibat 2016
HESEKE
PYDya şaxa PKKya rêxistina terorê, di 17emîn salvegera girtina serokê rêxistina terorê Abdullah Ocalan da, di herêmên di bin kontrola xwe da, bi mebesta protestokirina bûyerê kargeh û saziyên perwerdeyê girtin.
Li gorî çavkaniyê herêmî yên wîlayeta Hesekê ya ku dikeve bakurê rojhilatê Sûriyeyê, PYDyê di 17emîn salvegera girtina serokê rêxistina terorê Ocalan, di deverên di bin hakimiyeta xwe da protestokirina vê bûyerê bi maweya rojekê, kire zarûrî.
- Li Hesekê bi zorê kepenk hatin daxistin
Di çarçoveya vê kirinê da ku teqez dike PYD bi PKKyê ve girêdayî ye, xebata kargehên taybet hatin qedexekirin û bi zorê kepenk dane daxistin. PYDyê dibistan kirin tetîl û flamayên reş bi kolanan ve daleqandin. Rêxistinê herwiha ragihand ku ewên vê qedexeyê cîbicî nekin wê bi 25 hezar lîreyên Sûriyeyê (160 TL) bên cezakirin.
Odeya Bazirganiyê ya Qamişloyê nivîsek ji bo Yekîneya Ewlehiyê ya Taybet şand û tê da got, "Em ji we rîca dikin, bi mebesta şermezarkirina girtina rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan di encama komployekê da, hûn ji hemî xwedanê kargeh û dikanan ra teblîx bikin da ku kepenkan daxin."
Rêveberiya DYAyê zêdeyî salekê ye, di şerê navxweyî yê Sûriyeyê da îdia dike ku ev rêxistin ji PKKyê cihê ye û bi vê sedemê, nabe ku wan weke rêxistina terorê wesif bikin.