HEWLÊR
Balafira yekîneya pêşmergeyan a duyemîn ku Herêma Kurdistana Iraqê ew şandibû Kobanêya Helebê, ji ber hewayê di ciyê Hewlêrê da çû Silêmaniyê.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê yekîneya ku nêzî mehekê ye li Kobanê ye, do êvarê ji Sirûcê derbasî Tirkiyeyê bû. Piştî kar û barên fermî yekîneya pêşmergeyan ji Balafirgeha GAPê ya Rihayê ji bo here Hewlerê bi rê ket.
Balafira ku yekîne tê da bû ji ber mijê daneket Hewlêrê û cardin berê xwe da Rihayê. Dawiyê ji Rihayê derket rê û ber destê sibehê daket Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê.
Rayedarên Wezareta Pêşmergeyan hatin pêşiya yekîneyê û pêşmerge şandin malên wan.
Di ber pêşmergeyên ku vegerîn wê yekîneya sêyemîn a ku ji 150 kesî pêk tê li Kobanêyê wezîfedar be. Pêşmerge alîkariyê didin hêzên kurdan ku li dijî DÎŞIyê şer dikin.