QAHIRE
Piştî êrîşên li Fransayê hin pirs tên rojevê ku alema xiristiyanan bi çi çavî li Hz. Pêxember dinihêre.
Ji aliyekî va qinaet çêbûye ku bi çavê neyînî li Pêxemberê me dinihêrin lê ji aliyekî va jî em dibînin ku di dîrokê da gelek hUnermendên xiristiyan ji bo Hz. Pêxember helbest nivîsîne û tê da methê wî didin. Gelek helbestvanên xiristiyan di helbestên xwe da methê exlaq, nêrîn û rêzdarIya Hz. Mihemed didin.
Endamê hîndakariyê yê Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha El-Munufiyeya ku li Misrê Xalid Fehmî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Kovara Ezherê di sala 2012an da der barê helbestên heyama modern da ên ku tê da methê Hz. Mihemed didin lêkolîn kir. Di lêkolînê da hat dîtin ku helbestvanên xiristiyan gelek helbest û qesîdeyên ku methê Hz. Pêxember didin nivîsîne."
Fehmî destnîşan kir ku helbestvanên xiristiyan methê Hz. Pêxember dane û wiha got: "Van helbestvanan di helbestên xwe da Pêxemberê Îslamê wek rêberekî şoreşê didin nasîn û wek nîşaneke gerdunî dîtine."
Lêkolînerê Dîroka Edebiyatê Xalid Cewdet jî wiha got:
"Min di sala 2012an da der barê helbestên ku pesnê Hz. Pêxember didin da lêkolînek kir. Min di lêkolînan da dît ku di heyama modern da gelek naat hatine nivîsandin. Di helbestan da pesnê exlaq, nêrîn û rêzdarîya Hz. Mihemed didin."
- Helbestên helbestvanên xiristiyan
Nivîskarê ereb Mihemed Ebdişefî Xawsa jî di lêkolîna xwe ya der barê helbestên ku methê Hz. Mihemed didin da qala van mijaran dike.
Xawsa di pirtûka xwe ya ku di 2010an da hat weşandin da diyar dike ku 14 helbesvanên ku methê Hz. Mihemed didin hene. Ji van helbestvanan Helîm Damûsê ji Libnanê di helbesta xwe da der heqê Hz. Pêxember da wiha dibêje:
"Ew e xwediyê pesn û îzzetê / Bi feraseta te dîn dibînin şeref û îzetê / Ez xiristiyan im, lê ji Mihemed hez dikim / Wî li asîmanan dibînim"
Helbesvaneke xiristiyan a din Husna Reşîd Georgîes Gurab jî û wiha methê wî dide:
"Çireya heq venemirî ey Mihemed / Te vêxist û hê dişixule, ronî dide / Mirovahî ji rê derketibû beriya te / Şûrekî di rêya heqiyê da di destê te da bû"
George Saydah jî di helbesteke xwe da wiha pesnê Resûlûllah dide:
"Niha Nebî çawa tê derewandin ey Efendiyê min / Ey siwarê Buraqê / Hesreta xwe dikişîne ser ewran / Dîsa dema Mîracê hat"
Helbestvan Îlyas Ferhatê ji Libnanê jî wiha dibêje:
"Ey Resûlê Xwedê em umetek in / Em di kendêl da avêtin van xirabnîşandanan / Ev nezaniya ku te pê ra şer kir / Hê diparêze hêza xwe li rojhilatê"
- Helbesta Goethe ya der heqê Hz. Mihemed da
Gotinên der barê mislimanbûna Goetheyê helbestvanê alman hê nehatin piştrastkirin lê belê di Dîwana xwe da der heqê Hz. Mihemed da helbesteke wiha nivîsiye:
Kaniyeke çiyê
Wekî şadiyê zelal
Wekî sitêrkan diçirûse
Li ser ewrên sipî
Û li tenêtî û xewleya girekî şîn
Destên pîroz hejandine hêleçana wî
Di canikiya zarokekî da xatir xwest ji ewran
Û wekî zikr û reqsê bike diherike ser zinarên mermerî
Li asîmanan bang dike şadiya xwe
Li gelî û newalan
Dide pêşiya xwe xîçên rengîn
Û di himbêza xwe da vedişêre kaniyên biratiyê
Gul dibişkivin li ciyê lingên wî
Bi hilmeke wî şîn dibin çayir û çîmen
Û çem û robar dibin rêhevalên wî
Li deşt newalan belav dibin çirûskên zîvîn
Sewtek bilind dibe ji kaniyan
“Birako, me ji himbêza xwe dûr neke,
Li benda me ye Xwedayê aleman.
Lewra em ê di qûmên çolistinan da wenda bibin
Wê tav xûna me bimije
Birako,
Çemên çiya û deştan hilde himbêza xwe
Me hemûyan hilde himbêza xwe
Û me bigihîne Rebê alemê
Li peravên Behra Bêdawî.”
Dibêje ‘erê’, kaniya çiyê
Di xwe da dihewîne hemû kaniyan
Û bi heşmeteke mezin radibe sîng û destên wî
Li ciyên ku diçe welat şîn dibin
Bajarên nû ava dibin li ber lingên wî…
Bi hezaran ala dev ji lûtkeyên quleyan berdidin
Qesrên ji mermeran ên mezin
Li pey xwe dihêlin
Dimeşin di rêya pîroz da
Û li ba dibin li ser serê te
Şahidên mezinahiya te
Ewladên xwe digihînin Rebê xwe
Û tevlî deryaya îlahî dibin bi kêf û eşq!