14 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2016
HEWLÊR
Cefer Emînkiyê Alîkarê Serokê Parlementoya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) diyar kir ku têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê da gelekî zeyîf bûn, êdî wek têkiliyên li ser têlefonê ne û wiha got: "Heke em nikarin bibin du şirîkên baş, ya bi mantiqî ew e ku em herin referanduma serbixwebûnê û ji hevdu biqetin."
Emînkî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û di daxuyaniya xwe da der barê "referanduma serbixwebûnê" û "hendekên ku hatine kolandin" da axivî.
- "Emê têkiliyên bi hikûmeta navendî ra tu carî nebirin"
Emînkî diyar kir ku Bexda zehf zêde li ser hendekên ku ji bo ewlehiyê hatine kolandin disekine û wiha got: "Ji bo parastina eniyên ku li nêzîkî herêmên di destê DAEŞa rêxistina terorê da ne hendek hatin kolandin û ev bi armanca leşkeriyê hatin kolandin. Em dikarin sînorên xwe di dewsa hendekan da bi alayan va jî eşkere bikin. Heke em rojekê biryarê hildin ku ji himûmeta navendî ya Iraqê biqetin emê hendekan nekolin pireyên diha saxlem di navbera xwe da ava bikin. Hemûyê welatiyên Iraqê ewê bikaribin werin herêma Kurdistanê. Ya rastî, emê têkiliyên xwe yên bi hikûmeta navendî ra tu carî nebirin"
- "Pêvajoya ku em tê da ne jî wek ya berê nîne"
Emînkî destnîşan kir ku di vê demê da referanduma serbixwebûnê hinekî zor e û wiha pê da çû: "Em rind dizanin ku li welatekê wek Iraqê kirina referandumeke demokratîk hêsan nîne lê belê pêvajoya ku em tê da ne jî wek ya berê nîne. Heke Iraq berê bûya kê qala serbixwebûnê bikira ewê bihata dardakirin. Îranê jî li dijî vê derketa û bertek nîşan bida. Atmosfera li herêmê bi tevahî guherî. Ji bo vê mînaka herî baş em dikarin ji Tirkiyeyê bidin. Mesûd Barzanî li Enqereyê bi alaya Kurdistanê hat pêşwazîkirin û ev jî nîşan dide ku nêrîna li kurdan çiqasî guherî ye."
Emînkî bal kişande ser sêr nêrîna hin siyasetmedaran ji Iraqê yên ku ji serbixwebûna Kurdistanê maqul diaxivin û wiha got: "Heke em nikarin bibin du şirîkên baş, aliyek nikaribe ji dewlemendiya welêt îstifade bike ya bi mantiqî ew e ku em herin referanduma serbixwebûnê û ji hevdu biqetin."
Emînkî got ku vê gavê di rojeva Kurdistanê da ji Bexdayê vekişandina wek siyasî tune û wiha axivî: "Hetanî asta dawî dîplomat û wezîrên me ew ê li Bexdayê bin. Heke hikûmeta navendî bêje ku em ji wan ra wek bar in û ji Bexdayê vekişin em ê wê çaxê vekişin. Bi xwe nika jî li dijî nasnameya kurd zehf êrîş hene. Wezîfedarên kurd tên tehdîdkirin. Heke ev pirsgirêk dewam bikin divê em wan kurdan biparêzin."
- "Ji bo ku Kurdistan ji Iraqê neqete hê jî firsend heye"
Emînkî got ji bo ku Kurdistan ji Iraqê veneqete di destê rayedaran da firsend hene û wiha axivî: "Heke kesên ku dixwazin yekîtiya Iraqê xirab nebe hebin, divê kumê xwe bidin pêşiya xwe û bifikirin û ji bo rêvebirina welêt reforman bikin. Ji bo ku Kurdistan ji Iraqê neqete hê jî firsend heye."
Emînkî diyar kir ku mimkun nîne ku Iraqê li gor mezhebekî îdare bikin û wiha got: "Divê rayedarên siyasî yên Iraqê demildest reforman bikin û rewşeke wisa ava bikin ku kurd xwe wek şirîkê Iraqê bibînin. Ji bo parastina îstiqrara Iraqê şirîkê herî baş kurd in."
Cefer Emînkî diyar kir ku têkiliyên di nabera Hewlêr û Bexdayê da gelekî zeyîf bûn, êdî wek têkiliyên li ser têlefonê ne û wiha got: "Heke em nikarin bibin du şirîkên baş, ya bi mantiqî ew e ku em herin referanduma serbixwebûnê û ji hevdu biqetin."