Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî û lijneya pê re di çarçoveya pêwendiyên xwe yên li Bexdayê de bi Serokê Konseya Îslamê ya Bilind a Iraqê Ammar el-Hekîm re hat bal hev.
Civîn ji çapemeniyê re girtî pêk hat û hûrgiliyên civînê di malpera fermî ya hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê de hatin weşandin.
Li gor daxuyaniyê Hekîm destnîşan kir ku hêvî dikim demildest pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê de çareser bibin.
Hekîm diyar kir ku hêzên pêşmergeyan di têkoşîna dijî terorîzmê û parastina penaberan de roleke mezin pêk anîn û wiha got: "Iraq bi Herêma Kurdistanê xurt e û Herêma Kurdistanê jî bi Iraqê xurt e. Her du alî jî hev temam dikin. Ji ber vê jî divê pirsgirêkên xwe çareser bikin. Divê em bi hev re li dijî terorê şer bikin."
Nêçîrvan Barzanî jî got ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan hatiye Bexdayê û wiha dewam kir: "Em dixwazin pirsgirêk çareser bibin. Em ji rewşa erênî ya li Bexdayê jî kêfxweş in. Em hêvî dikin ku ji bo pirsgirêkan çareserî were dîtin."
Barzanî destnîşan kir ku serdana Wezîrê Neftê yê Iraqê Adil Evdilmehdî ya li Hewlêrê rêya mizakere û diyalogê vekir û wiha got: "Ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê de rola Birêz Evdilmehdî girîng e. Lewra bi hatina wî re rêya mizakere û diyalogê vebû. Em sipasiya cenabê wî dikin."
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî û lijneya pê re ku ji Alîkarê Serokwezîr Qubat Talabanî, Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî Aştî Hawramî, Wezîrê Darayiyê Rêbaz Mihemed û Berdevkê Hikûmetê Sefîn Dizayî pêk dihat, di çarçoveya serdana Bexdayê de bi lijneya di serokatiya Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Îbadî re cara duyem hatibûn bal hev.
- Lihevkirin çênebû
Hat destnîşankirin ku di navbera terefan de hê lihevkirin çênebûye û wê civînên di navbera lijneyan de berdewam bikin.
Hikûmetên Bexdayê û Hewlêrê ji bo çareserkirina pirsgirêkên îxraca neftê û paykirina budçeyê de di 13ê sermawezê de li hev kiribûn. Di çavçoveya lihevkirinê de hikûmetên Bexdayê û Hewlerê li hev kiribûn ku hikûmeta Iraqê ji bo cara ewil 500 milyon dolar ji Hikûmeta Kurdistanê re bişîne û Herêma Kurdistanê jî ji nefta Ceyhanê rojane 150 hezar warêl bide Bexdayê.